KURMANCÎ (KURMANJI)

Agahdariya beşdaran

Berpirsyara lêkolînê ya seranserî welatî
Profesor, serdoktor Anna Karin Wikström
Klînîka jinan, Nexweşxaneya Akademiskayê, Uppsala
E-poste: uppsala@impactstudien.se

Destpêk
Ji te tê pirsîn ku tu beşdarî lekolînekê bibî ku armancê ew e lê bikole ka mirov dikare hêj di destpêka hamîlebûnê de pêşbîniyê bike bê kîjan jin di dema hamîlebûnê de dê tûşî aloziyan bibin. Ji hemû jinan yên ku di destpêka hamîlebûnê de fehsa sonarê dikin tê pirsîn ku di lêkolînê de beşdar bibin. Bala vê lêkolînê di destpêkê de dê li ser preeklampsiyê [bilindbûna tensyona/zexta jina hamîle di destpêka hamîlebûnê de] be, lê di qonaxeka paştir de dê li ser aloziyên din jî, wek mezinebûn (ango, zarokekê biçûk bi nisbeta dirêjiya hamîlebûnê) û zayina pêşwext, be.

Beşdariya te di lêkolîna IMPACTê de dilxwazî ye û her gava tu bixwazî tu dikarî biryarê bidî ku beşdariya xwe bi dawî bînî. Ev dê tesîrê li sexbêrkirina te ya tibî neke. Ev lêkolîn dê li gelek klînîkên jinan li Swêdê bê bi rê ve birin.

Derbarê lêkolînê
Preeklampsî, mezinnebûn û zayina pêşwext sê aloziyên bixeter yên herî belav di dawiya hamîlebûnê de ne. Ev sê alozî dikarin bibin sebeba nexweşbûn û di hin rewşên kêmdîtî de jî mirina zarokê nûjidayikbûyî û preeklampsî ji sebebên herî belav e ku jina hamîle bi djiwarî nexweş dibe. Pir zehmet e ku mirov di destpêka hamîlebûnê de bizane ka ev alozî li ba kîjan jinê peyda dibin. Armanca vê lêkolînê ew e ku fehsên screeningê yên baş pêş bixe da ku mirov karibe bibîne ka rîska peydabûna van aloziyan li ba jina hamîle bilind yan nizm e û bi vî awayî lênêrîneka taybetî di dema hamîlebûnê de pêk bîne û heger hewce bike çareseriyeka rêlibergir bi kar bîne.

Serdan di hefteya 11ê heta 14ê de
Gava di hefteya 11-14 ya dema hamîlebûnê de fehsa/miayeneya rûtînî ya pêşîn ya sonarê yan ya sonar-biyokîmyayî (KUB) ji bo te kirin, tu bi vê lêkolînê tê agahdar kirin û heger tu biryarê bidî ku tê de beşdar bibî, tu dê di lêkolîna IMPACTê bê qeyd kirin. Ew tê wê maneyê ku tu dê qebûlnameyeka beşdarbûnê îmza bikî û alîkareka sisterê/hemşîreyê, pîrikek yan doktorek hin pirsan li ser hamîlebûn û jiyana te ya rojane ji te bike. tansiyon/zext, dirêj û giraniya tê dê bên pîvan û her weha tehlîleka xwînê – ku lûleyek e ku têra 10 ml dike (û carina mimkin e tehîleka xwînê ya cemidandî ya ji KUBê li şûna wê bê bi kar anîn) – bê standin. Ev hemû bi ser hev re 20 deqîqeyan dom dike. Digel miayeneya sonarê, hin navend [û klînîk] dê bi rêya sonara Dopplerê li demara xwînê ya ku diçe malzarokê binêrin.

Banka biyolojîk (tehlîla xwînê ya zêde)
Îmkana hin nexweşxaneyan yên ku di vê lêkolînê de beşdar in heye ku îstîfadeyê ji bankeka biyolojîk bikin. Heger tu aîdî nexweşxaneyeka weha bî, mîmkin e hin tehlîlên din yên xwînê yên zêdetir (2 lûleyên 10 ml û yeka 5 ml) bên kirin û di bankeka biyolojîk ya girêdayî wê nexweşxaneyê ya ku tu aîdî wê yî bên cemidandin. Navê banka biyolojîk ya ku halê hazir bi te eleqedar e Banka biyolojîk ya Uppsalayê ye û agahdariyên têkiliya wê ev in:  http://www.uppsalabiobank.uu.se/sv, Uppsala Biobank Dag Hammarskjölds väg 38, 5 tr UCR, Uppsala Science Park, Hubben 751 85 Uppsala, info@uppsalabiobank.se.

Hemû agahdariyên şexsî û tehlîl tên şîfre kirin û bê nav tên xebitandin. Di paşerojê de îmkana lêkolînvanan dê hebe ku piştî qebûlkirina heyeteka pirsên exlaqî ji komîteya lêkolînvanên vê lêkolînê daxwaz bikin ku îstîfadeyê ji tehlîlên xwînê yên di banka biyolojîk de mayî bikin. Ev dê ji bo lêkolînên eleqedar be yên ku armanca wan ew e ku nîşanên biqîmet yên aloziyên hamîlebûnê kifş bikin. Hingî kes nikare şexsan yên ku tehlîlên xwînê ji bo lêkolînê dane nas bike, lê tenê agahdariyên şîfrekirî dê bên teslîm kirin.

Feyde, rîsk û ewlehî û êminî
Ev lêkolîn dê di hamîlebûna te ya niha de ti feydeyan nede te, lê dê feydeyan bide nifşên paşerojê yên jinên hamîle li Swêdê. Mimkin e tu jî di hamîlebûneka bê de jê îstîfade bikî. Mimkin e girtina tehlîla xwînê ji bo hinan nerehet be û carina deqeka reşûşîn ya biçûk peyda bike.

Beşdarbûn
Heger tu beşderbûnê qebûl bikî, her gava tu bixwazî tu azad î xwe ji lêkolînê vekişînî bêyî ku tu sebebekê bidî û ew tesîrê li sexbêrîkirina te di lênêrîna nexweşan de nake. Her gava tu bixwazî tu dikarî tehlîlên xwe yên xwînê paşde vegerînî (û ew hingî tên telaftin û pûç kirin) û ji agahdariyên derbarê te û hamîlebûna te poşman bibî.

Bi giştî
Tu dikarî agahdariyên zêdetir derbarê lêkolînê ji berpirsyarê lêkolînê yên ku li nexweşxaneya te ye (li agahdariyên jêrê binêre) peyda bikî. Ne lazim e ku tu bersiva hemû pirsyaran yên ku di pêşwaziyê de tên kirin bidî û kengî tu bixwazî tu dikarî hevpeyivînê bi dawî bînî.

Xebitandina agahdariyên şexsî
Zanîngeha Uppsalayê ji agahdariyên te yên şexsî berpirsyar e. Kesên ku beşdarî lêkolînê bûne dê di encamên dawî yên lêkolînê de neyên behs kirin. Qeyda hamîlebûnê karê bihevregirêdana agahdariyên şexsî, netîceya hamîlebûnê û tehlîlên xwînê dike û lewra lêkolînvan dikarin tenê ji agahdariyên şîfrekirî îstîfade bikin. Raport tenê li ser koma şexsan tên berhev kirin. Tenê berpirsyarê lêkolînê li nexweşxaneya te û Qeyda hamîlebûnê dikarin li ser agahdariyên neşîfrekirî bixebitin da ku agahdariyên derbarê hamîlebûna te, zarokanîn te yan zarokê te yê nûjidayikbûyî binirxînin û temam bikin. Agahdariyên şexsî li gor qanûna parastina agahdariyan ya nû ya Yekîtiya Ewropayê (GDPR) tên xebitandin. Tu dikarî daxwaznameya xwe ji Nûneriya parastina agahdariyan (region.uppsala@regionuppsala.se) re bişînî. Bersiv û agahdariyên te dê wisa bên parastin ku kesên neeleqedar nikaribin bibînin.

Tehlîlên baka biyolojîk
Tehlîlên ku ji bo lêkolînê tên kirin dê li gor Qanûna bankên biyolojîk di lênêrîna saxlemî û nexweşan de (SFS 2002:297) – ya ku çawaniya parastin û bikaranîna tehlîlan tenzîm dike – bibin aîdî banka biyolojîk ya Uppsalayê (nimreya qeydê 827 li ba Mifetişiya lênêrîn û sexbêriyê (IVO)). Tehlîl dê şîfrekirî bên parastin û maneyê wê ew e ku kes nikare tehlîlan rasterast bi şexsê te ve girê bide. Ji bo her tehlîlê şîfreyeka yekane û taybetî heye da ku tevlihevî çê nebe. Tehlîl û lîsteya wan ya nasînê (kilîda şîfreyê) dê ji hev cuda û dûr ji kesên neeleqedar di banka biyolojîk ya Uppsalayê de bên parastin. Kilîda şîfreyê dê bi berpirsyarê lêkolînê û qeyda hamîlebûnê re bê parve kirin. Heqê lêkolînvanan dê hebe ku îstîfadeyê ji banka me ya biyolojî û agahdariyên hamîlebûnê yên pê ve eleqedar bikin piştî ku projeyên ji aliyê exlaqî ve bên qebûl kirin. Mimkin e tehlîlên te yên xwînê ji bo analîzê ji laboratûwara me re yan ji laboratûwara hevkarê me di nav Yekîtiya Ewropayê (EU/EES) de û derveyî wê û USAyê re bên şandin. Mimkin e proteîn, hormon û jen [gen] bên analîz kirin. Her weha, mimkin e bi rêya şopandina qeydên saxlemî û kalîteyê yên Swêdê lêkolîn li ser nexweşiyên ku di paşerojê de li ba te yan zarokê te peyda dibin bê kirin. Heger lêkolînvan bixwazin qeydên saxlemî û kalîteyê bişopînin, hingî qeyda hamîlebûnê û daîreya eleqedar dê agahdariyan bixebitînin. Lêkolînvan tenê dê agahdariyên nenaskirî werbigirin. Heqê te heye ku tu bêyî îzahkirin daxwaz bikî ku tehlîlên te yên xwînê bên pûç kirin û agahdariyên te bên avêtin.

Encam û netîce
Encama lêkolînê dê di kovarên tibî de bê weşandin û di malpera lêkolîna IMPACTê de berdest be. Kes dê nikaribe encamên te yên şexsî bibîne.

Qebûlkirin
Heyeta nirxandina pirsên exlaqî ya herêmî li Uppsalayê ev lêkolîn qebûl kiriye.

Berî tu biryarê bidî, giring e tu fehm bikî ku qîmeta vê lêkolînê ji bo te çi ye. Heger hin pirsên te yên din hebin yan hin agahdarî li ba te nebin, ji şêwirkarê xwe yan ji kesekî ku navê wî li jêrê ye bipirse. Heger tu bixwazî beşdar bibî, em rica dikin ku tu forma ”Informerat samtycke” [Qebûlkirina agahdarkirî] îmza bikî. Piştre nusxeyekê wê dê ji te re were.

Berpirsyar (Berpirsyarê/a serekî û berpirsyarên herêmî dê di agahdariyên herêmî yên ji bo nexweşan de bên qeyd kirin)


Berpirsyara serekî û herêmî li Uppsalayê:
Anna Karin Wikström Serdoktor, profesor
Kvinnokliniken, Akademiska sjukhuset
75185 Uppsala
E-poste: uppsala@impactstudien.se

Berpirsyara herêmî li Göteborgê:
Ylva Carlsson Serdoktor, doktora tibê
VÖL Ultraljudsenheten
Sahlgrenska Universitetssjukhuset/ Östra
Diagnosvägen 15
416 85 Göteborg
E-poste: goteborg@impactstudien.se

Berpirsyarê herêmî li Nexweşxaneya zanîngehê ya Skåneyê:
Stefan HanssonSerdoktor, profesor
Perinatala enheten
Skånes universitetssjukhus
205 02 Malmö
E-poste: skane@impactstudien.se

Berpirsyarê herêmî li Stockholmê:
Peter Lindgren Serdoktor, docent
Patientflödeschef Centrum för Fostermedicin
Karolinska Universitetssjukhuset
171 76 Solna
E-poste: stockholm@impactstudien.se

Berpirsyara herêmî li Dalarnayê
Lina Bergman Doktora taybetî, doktora tibê
Kvinnokliniken, Falu lasarett
Lasarettsvägen 10
79131 Falun
E-mail: dalarna@impactstudien.se